Di êrişa li dijî Kobanê de 2 welatî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.
Dagirkeran derdora Kobanê û gundewarê Til Temir bi çekên giran topbaran kirin.
Di êrişa li ser Kobanê de 2 welatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên êvarê bi çekên giran dika Qada Newroz a bajarê kobanê ku şêniyên heremê hersal cejna xwe li vir pîroz dikin topbaran kir.

foto di gurpê de ne

Di encama êrişê de welatiyê bi navê Mislim Nebî Oso yê 25 salî û Sozdar Mistefa Osman ê 30 birîndar bûn.

Birîndar ji aliyên welatiyên derdorve rakirin nexweşxaneya bajêr.

Dagirkeran gundên navçeya Til Temir topbaran kir

Her wiha di seatê nîvro dagirkeran gundê Qibûr El-Xeracine yê dikeve navbera Tıl Temir û Zirganê bi obîsan topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Qibûr El Qeracine yê li bakurê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, gund bi çekên giran tê topbarankirin.

Back to top button