
Çalakiyên sêyemîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê bi dirûşma “Rengên me ji dengên çekên we bi hêztir in” dest pê kir.
Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido pêşengeh bi rêxistin kir.
15 şêwekarên ciwan bi 60 tabloyan beşdarî pêşengehê bûn.
Di şahiya vekirina pêşangehê de hunermend Hisên Xanî stran gotin, piştir e hunermend hatin xelatkirin.
Hunermendê şêwekar Zehredîn Ebdo, ku yek ji organîzerên pêşangehê ye der barê armanca pêşangehê de got:
“Şerê ku li herêmê diqewime bandorê li hunera şêwekariyê dike.
Lidarxistina vê pêşangehê ji her kesê hewl dide vîna me têk bibe, îsbatek e ku firçeya me ji tivingên wê bi hêztir in.”
Tê payîn ku pêşangeh wê 3 rojan dewam bike.