Salvegera 31. a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş)

Îro Salvegera 31. an a şehadeta sembola azadî û berxwedanê Gulnaz Karataş bi navê xwe yê din Bêrîtan e. Şehîd Bêrîtan bi têkoşîna û helwesta xwe ya li dijî dagirkerî û xiyanetê li Kurdistanê jî rêya têkoşînê a bi pêşengiya jinan diyar kir.Îro jî li ser vê rêyê bi pêşengiya jinan têkoşîna azadiyê her diçe mezin dibe.

Bêrîtan bû rihek, ramanek, heqîqet û destanek..

Bû sembolek û bi eşqa xwe ya ji jiyanê re hêza rasteqîn a jinan a di aliyê rêxistin, şer û jiyanê de nîşan da.

Bi rûkeniya Bêrîtanê tîrêjên hêviyan ji siberojê re ronî kir.

Gulnaz Kerataş Bi nasnav Bêrîtan Hêvî sala 1971′ê li warê berxwedanê Dêrsimê ji dayîk dibe.

Warê ku Bêrîtan lê mezin bûye, di salên 1937 û 1938′an bibû qada komkujî û qetîlamên li dijî gelê Kurd.

Gulnaz dibistana seratayî, navîn û amadehî li El-Ezîzê dixwîne.

1988’an zanîngeha Stenbolê beşa zanistên Aborî qezenc dike.

1990’î beşdarî nava tevgera azadiya Kurdistanê dibe.

Li ser xeta şehîd Bêrîtan jin dîrokeke nû dinivîsin

Di sala 1992`yan de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk, PDK ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk dest bi operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike.

Bêrîtan Hêvî ku li çiyayê Lêlkan a Xakûrkê heta guleya dawî şer dike.

Di 25’ê Cotmeha 1992’an de li dijî parçebûn û xiyaneta di nava civaka Kurd de çalakî pêk anî.

Bêrîtan tê wateya fîşeka mezin a li hemberî koledariya li hemberî jinê rewa hatiye dîtin.

Bû sembola berxwedana mezin a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd.

Bêrîtan bû çawaniya hebûn û jiyanê, bû xeta berxwedanê ya jina azad.

Li dijî teslîmiyetê, her şêwe paşverûtiyê, sekna jinê ya koledar, sekna jinê ya zane, bi rûmet, serbilind, xwedî vîn û berxwedêr e.

Bû navê tovê cîhaneke nû û azad, ku rê li ber milîtaniya jinê ya azad vedike.

Ew bû ji kevirên bingehîn a artêşbûna jinê û sembola berxwedanê.

Di kesayet û têkoşîna xwe de fermandariya jinê, pêşengiya jinê afirandiye.

Bi çalakiya wê re artêşbûyîna jinê xwe daye der..

Di kesayetî û pratîka xwe de nîşan daye ku divê fermandariyek jinê bi çi rengî be.

Bêrîtan derxist holê ku bi têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo ava kiriye, jina Kurd aliyê xwe yê berxwedêr dikare nîşan bide.

Bû sembola heqîqeta rêxistîbûn, azadî û fermandariyê.

Li dijî her cure paşverûtî, mêtinkarî, êrîşên faşîst, hêzên îxanetkar bûye fermana serketin û rizgariyê.

Heta îro jî xeta Bêrîtanbûnê ya ku jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana xwe derdixin holê, bandora xwe li ser herêm û cîhanê dike.

Dost û dijmin hemû bûne şahidên vê rastiya berxwedana Bêrîtanî.

Back to top button