Koordînasyona PAJK’ê ji bo salvegera 31’mîn ya şahadeta Bêrîtan Hevî Gûlnaz Karataş daxuyaniyek nîvîskî weşan û got: “Rastiya Bêrîtan berxwedaneke normal nîne, felsefeyeke û pîvaneke jiyanê ye.
Xeta yekane ya berxwedana jinê û pîvana jiyana azad e.”
Koordînasyona PAJK’ê ji bo salvegera 31’emîn ya şehadeta Bêrîtan Hevî Gûlnaz Karataş daxuyaniyek nivîskî da
PAJK’ê diyarkir ku îradeya Bêrîtanbûyî artêşbûneke mezin a gerîla ya jinê afirand û ev nirxandin kir:
“Meha cotmehê di heman demê de meheke ku em salvegera artêşbûna jinê pîroz dikin.
Hevrêya me Bêrîtan di 25’ê Cotmeha 1992’an de xeta şer û berxwedanê ya bi rengê jinê nîşan da, teslîmî nokeriyê nebû û bû abîdeyek.
Artêşbûna jinê ji bo bîranîna hevrêya me Bêrîtan di sala 1993’an de hate ragihandin.
Îradeya Bêrîtanbûyî artêşbûneke mezin a gerîla ya jinê afirand.
Em salvegera 31’emîn a artêşbûna xwe ya jinê li jinan, gelê me û hemû hevrêyên me yên li eniya şer hesabê dîrokî dipirsin, pîroz dikin.
Hişmendiya azadiya jinê ya ku Rêber Apo afirand, bi rastiya jiyan û berxwedanê ya Bêrîtanan şênber bû. ”
Koordînasyona PAJK’ê bahsa Tifaqa qirêj a dewleta Tirk-PDK’ê kir û wiha domand:
“Sala 1992’an li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tifaqa qirêj a dewleta Tirk-PDK’ê pêk hat.
Heta niha jî dewam dike û komploya 9’ê Cotmehê xwe dispêre vê rastiyê.
Tifaqa qirêj a ku sala 1992’an kete dewrê, îro berfireh bûye û li Bakur, Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê dewam dike.”
Koordînasyona PAJK’ê got: “Rastî û xeta berxwedanê ya fermandara mezin hevrê Bêrîtan îro hîn bêhtir di asta dîrokî de girîng e.
Li dijî mejiyê serweriya mêr, dagirkerî û xiyanetê helwesta bi rengê Bêrîtan ji her demê bêhtir derbasdar e.
Em ê xeta Bêrîtan li Kurdistanê civakî bikin û xiyaneta PDK’ê û qirkeriya dewleta Tirk a faşîst têk bibin, şoreşa jinê bi ser bixînin.”
Koordînasyona PAJK’ê dawî di li dijî êrişên ev bang kir got:
“Tê xwestin ku gel û jin di bin zexta tundiyê de bêne hiştin û qadên azadiyê bêne tunekirin.
Ji bo me jinan gelek sedem hene ku em hîn mezin xwe bi rêxistin bikin û şer bikin.
Em bang li jinan û gelan hemûyan dikin ku li hemberî vî şerê qirêj helwestê nîşan bidin.
Li dijî şerê hilweşîner, bêexleq ê li her qadê bi aqlê mêr tê kirin, em ê bi aqil û hêza jinê bikevin nava liv û tevgerê û komploya ku li ser civakê tê ferzkirin, têk bibin.”