Vîrusa Corona..hejmara Nexweşan roj bi roj zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê hejmara nexweşên ji ber vîrûsa Coronayê zêde dibe.

Li Bakurê Kurdistanê metirsiya herî mezin a vîrûsê li ser girtiyan heye, lê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, berevajî daxwazên civakê tevdigere.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bang li tirkiyê kir ku ji bo parastina girtiyan ji vîrûsê tevdîrên pêwist bigre.

Hejmara nexweşên vîrûsa koronayê li Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê li herêmên Hewlêr, Duhok û Çemçemalê, 8 kesên din bi vîrûsa korona ketine.

Li Gund û bajarokên Şengalê jî reşandina derman didome

Li Şengalê, di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa korona de, di serî de komîteya tenduristiyê, kar û xebatên sazî û dezgehên têkildar, bê navber didomin.

Li bajarokê Xanesorê, navenda Şengalê û di serî de Til Izêr, Geliyê Kersê, Kolka, Serdeşt, Gohbel, Zorava û Duhola, li gund û kampan, derman hate reşandin.

Reşandina derman îro jî dewam kir.

Heta niha li Herêma Kurdistanê, 91 kes bi vîrûsê ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

HRW: Divê Tirkiye tevahiya girtiyan ji Vîrusê biparêze

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, hejmara nexweş û qurbaniyên vîrûsa koronayê zêde dibe.

Li gorî daneyên rayedarên dewleta Tirk, heta niha 1529 kes bi vîrûsê ketine û 37 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lê saziyên tenduristiyê û civakî dibêjin, ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.

Saziyên mafên mirovan jî, ji destpêkê ve balê dikişînin ser metirsiya li girtîgehan û daxwaza berdana wan dikin.

Herî dawî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a navneteweyî, işaret bi cidiyeta mijarê kir.

Rêxistinê diyar kir, ku bêyî cudahî bixe nava nêrînên siyasî, divê efûyek ji bo girtiyan hemû bê derxistin û girtî bên berdan.

Lê belê hewldanên dewleta Tirk ên di vê çarçoveyê de, berevajî bang û daxwazan e.

Li 355 girtîgehan zêdeyî 300 hezar girtî dimînin, ku bi deh hezaran ji wan girtiyên siyasî ne û zêdeyî 1300 ji wan girtiyên nexweş in.

Back to top button