QSD: Em tevlî banga ”NY” a rawestandina Şer dibin

Sekreterê giştî yê NY António Guterres bang li aliyên şer ên li cîhanê kir ku şer rawestînin û berê xwe bidin ”dijminê xwe yê hevbar” vîrûsa Corona.

Di vê çaçroveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk QSD piştgiriya xwe bi banga Guterres re nîşan da û banga agirbesteke mirovî li Sûriyê kir.

Sekreterê giştî yê NY António Guterres bang li aliyên şer ên li cîhanê kir ku şer rawestînin û berê xwe bidin ”dijminê xwe yê hevbar” vîrûsa Corona.

António Guterres li navenda NY a New Yorkê ji rojnamevana re axivî û got:

Êdî dem dema rawestandina şerên li seranserê cîhanê û têkoşîna ji bo jiyana me ye.

QSD: Em tevlî banga ”NY” a rawestandina Şer dibin

Guterres destnîşan kir ku cîhan hemû êdî rastî dijminekî hevpar tê ew jî vîrûsa Corona ye.

Têkildarî mijarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê banga Guterres bi erênî nirxand û piştgiriya xwe teqez kir.

QSD’ê daxuyaniyek da û got:

QSD: Divê hemû aliyên Şer li Sûriyê agribesteke mirovî ragihînin

Di wextekî de ku vîrûsa Corona bûye gefek li dijî tevahiya cîhanê em piştgiriya xwe bi banga Sekreterê giştî yê NY António Guterres a rawestandina şer nîşan didin û di vê çarçoveyê de em ê li gorî xweparastina rewa tev bigerin.

QSD: Em ê li gorî Rewşa xweparastina rewa tevbigerin

QSD’ê diyar kir ku ji ber şerê li Sûriyê binesaziya tenduristî ji xizmetê derketiye, lewre pêwîst e hemû aliyên şer li Sûriyê yekeser agirbesteke mirovî ragihînin û li dijî belavbûna vîrûsa Corona bibin bersiv.

QSD: Li Herêmên me rê ji bo saziyên Tenduristiyê vekirî ne

Di dawiyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD da xuyakirin ku wê rê li pêşiya hemû karmend û saziyên xwecehî û navdewletî yê tenduristiyê li herêmên di bin kontrola QSD de vekirî be.

Back to top button