Bulgariyan Rumen Radev ji bo xwe weke serokomar hilbijartin

Li Bulgaristanê jî piştî tura yekem a hilbijartinê de, serokomar diyar nebû hilbijartina tura duyemîn pêk hat.
Di encamê de Rumen Radev biserket.

Doh tora duyemîn ya hilbijartina ji bo serokomariya welat pêk hat.

Ji 6 milyon û 660 hezar dengdêran tenê 2,5 milyon kesî dengê xwe bikar anîn.

Ev yek ji dike ji sedî 33,7.

Di tura yekemîn ya hilbijartinê de, 90 hezar dengdêrên li Tirkiye ji bo hilbijartinê dengê xwe bikar anîbûn.

Lê ev yek di tura duyemîn de daket 23 hezarî.

Di hilbijartinê de, Serok Radev û Cîgira Serok Iliyana Yotova duo ji sedî 63,9 û Prof. Dr. Duo Anastas Gercikov û Albay Nevyana Miteva jî ji sedî 33,1 girt.

Di tûra yekem de ku rêjeya dengan ji sedî 40,23 bû, duya Radev-Yotova 49,42 dengan, duya Gercîkov-Mîteva jî 22,83 deng girtin.

Serokomar Rumen Radev piştî serkeftina xwe ya di hilbijartinê de, têkildarî beşdarbûna kêm ya degdêran axivî û wiha got:

“Welatiyên ku îsal cara 4’emîne çûn ser sindoqan êdî ji beşdarbûna hilbijartinan, manîpulekirin û temaşekirina skandalên birêvebirinê westiyane.”

Back to top button