Rûsya bang li NATO kir ku çekan nede Ukrayna

Zêdebûna tevgera hêzên NATO ya ber bi sînorên Rûsya, Moskowa xistiye nava fikaran.
Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov bang li dewletên NATO`yê kir ku çekan nedin Ukraynayê û tevgerên xwe yên provokatîf ên li ser sînor rawastîne.

Nûnerê Kremlînê destnîşan kir ku çareserî heye.

Dmitriy Peskov diyar kir ku divê NATO tevgerên xwe yên provokatîf ên li nêzî sînorên Rûsyayê rawestînê û divê NATO binesaziya xwe ya siyasî û leşkerî li nêzî Rûsyayê bide rawestandin.

Li aliyekî din serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson çarşemê gotibû,

Ger Rûsya li ser sînorên Ukrayna û Polonyayê tiştekî bike, wê şaştiyeke trajedîk be.

Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî, Rûsya bi şandina çek û cebilxaneya li ser sînorê Kîevê tewambar dikin.

Lê Moskow vê yekê red dike.

Burandov: Rûsya 2022’an wê êrişî Ukrayna bike

Hemwextî van redkirinên Moskow, ji rêveberên Ukrayna îdiayên nû hatin kirin.

Serokê îstixbareta Ukrayna Kiril Budanov diyar kir ku li sînorê welat bêtirî 92 hezar leşkerên Rûs di tevgerê de ne û got:

Rûsya wê 2022’an êrişî Ukrayna bike.

Back to top button