Binpêkirina mafan ê dewleta Tirk li Qamişlo hat şermezarkirin

Bi rasthatina Roja Mafê Mirovan a Cîhanî li bajarê Qamişlo û Helebê daxuyaniyên cuda hatin dayîn. Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrîşên li ser herêmê û binpêkirina mafan şermezar kir. Meclisa Jin a Suriyê jî li Helebê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir.

 

Bi rasthatina 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanî, li bajarê Qamişlo û Helebê ji aliyê rêxistinên mirovî ve daxuyaniyên cuda hatin dayîn..

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo, bi amadebûna tevahî saziyên mafê mirovan daxuyaniyek li ber Navenda NY’î ya bajêr da.

Rêxistinê di daxuayniyê de destnşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîşan li dijî sivîlan pêk tînin û li herêmên dagirkirî jî tevahî maf têne binpêkirin.

Rêxistinê got:

Em bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember van êrîş û komkujiyan şermezar dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê bang li civaka navdewletî kir ku dagirkeriya Tiriyê rawestîne û mafê mirovan biparêze.

Meclisa jina suriyê li helebê banga dawîkirina dagirkeriyê kir

Bi heman armancê li bajarê Helebê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Bi dehan endamên Meclisa Jina Sûriyê ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê li ber navenda xwe kom bûn.

Meclisê li wir jî suc û kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û dawî li dagirkeriyê bîbin.

Back to top button