Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kete roja 14’an

Çalakiya greva birçibûnê ya ji aliyê girtiyên siyasî ve li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin, di roja 14’emîn de bi grupa 3’emîn didome.

Têkildarê vê, duh şandeya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê bi Wezîrê Dadweriyê Abdûlhamît Gûl re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan, guherîna zagona qanûna înfazê û binpêkirina mafan hat nîqaşkirin.

Girtiyên stranên Kurdî gotine ceza li wan hat birîn

Girtiyên ku ev 14 roj in, di greva birçîbûnê de ne jî ji ber stranên Kurdî gotine, cezayê peywendiyan li wan birîn.

Li gorî agahiyan, 26’ê Mijdarê ji bo girtî Sîbel Kaya, Nûrcan Ersoz, Ayfer Başlig û Mûlkiye Dogan ên stranên Kurdî gotine û govend gerandine, lêpirsîn hat destpêkirin.

Bi buhaneya “govend gerandin, bi zimanekî nayê famkirin strane” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve, cezayê peywendiyan li wan hat birîn.

Ji bo Gurbet Ceylan û Leyla Saraç û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê ku di greva birçîbûnê ya bê dem û bi-dorveger de ne, ceza hat birîn.

Back to top button