Dr. Ferînaz Etiyê: Birêz Ocalan sembola Doza Kurdî ye

Çalakvava siyasî ya Misirî Ferînaz Etiyê dibêje dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîda li ser rêber Apo dixwaze gelê Kurd tune bike. Ferînaz bang li jinan kir ku fikrê wî li her derê belav bikin. Jinên Qamişlo jî piştrast kirin ku ew ê ti carî dev ji rêberê xwe bernedin. 

Hêrsa li dijî tecrîda li ser Rêber Apo her diçe zêde dibe.

Çalakvava siyasî ya Misirî û mamosteya zanistên siyasî Dr. Ferînaz Etiyê li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Ferînaz zextên li dijî Rêber Ocalan wekî binpêkirina qanûnên mafên mirovan û dijmirovahiyê bi navkir û ev yek anî ziman:

”Gelê Kurd birêz Ocalan ji xwe re sembola dozê dibînin. Tirkiyê li pey hev cezayan lê dibire û dorê lê teng dike.

Bi vê yekê dixwaze têkoşîna gelê Kurd tune bike û rê li ber belavbûna fikrê wî bigire.”

Ferînaz bal kişand ser fikrên rêber Apo ên derbarê parastina jinan de û ev li gotinên xwe zêde kir:

”Em hewl didin fikrê birêz Abdullah Ocalan û doza Kurdî belav bikin. Taybet ên girêdayî parastina jinan.”

Dr. Ferînaz Etiyê bang li jinan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan li dar bixin û fikrên wî belav bikin.

Ana Mîranda Paz: Tecrîd binpêkirina mafan e

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Ana Mîranda Paz jî li ser mijarê got:

”Tecrîd binpêkirina mafan e. Ev li hemû cîhanê weke tecrîd tê qebûlkirin.

Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) jî vê wisa qebûl dike.

Ev tecrîd aloziyê diafirîne. Ne tenê siyaseta Tirkiyeyê wê giştî bandor bike.”

Jinên Qamilşlo: Em dev ji serokê xwe bernadin

Jinên li Qamişlo jî derbarê mijarê de axivîn û bertek nîşanî tecrîda giran a li dijî Rêbertî nîşan dan.

Jinan piştrast kirin ku ew ê ji bo azadiya rêber Apo her tiştî bikin û dev ji serokê xwe bernedin.

Back to top button