Dagirkeran gundên Gozeliyê û Tewîla ên Til Temirê topbaran kirin

Êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin. Dagirkeran îro careke din ji Şehbayê heta Til Temirê bi çekên giran herêm topbaran kirin. Di encama êrişan de gelek ziyan li mal û milkên welatiyan bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Dagirker rojane ji Şehbayê heta Til Temir û Minbicê bi çekên giran herêmê topbaran dikin.

Dagirkeran îro jî êrişî gundên Şehbayê û Til Temirê kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe di saetên piştî nîvro de êrişî gundên Gozeliyê û Tewîla yên Til Temirê kirin.

Ev her du gundên ku nêzî rêya M4 in bi çekên giran hatin topbarankirin.

Dagirkeran gundê Halîsa yê Şehbayê topbaran kir

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişî gundê Halîsa yê Şehbayê jî kirin.

Hat diyar kirin dagirkeran gelek top û gule li gund xistine.

Hat ragihandin ji ber êrişan ziyan li mal û milkên welatiyan bûne.

Dewleta Tirk gundên Minbic, Bab, Şehba û Şerayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh heta derengiya şevê jî gundên Minbic, Bab, Şera û Şehbayê topbaran kirin.

Di encama êrişa ser gundê Biwêhic ê li rojhilatê Babê de ziyan li mal û baxçeyên welatiyan bû.

Di êriş û topbarana li ser gundê Um El-Hoş yê Şehbayê de zeviyên gund hatin şewitandin û gelek sewal jî mirin.

Back to top button