Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Minbic , Şera , Şehbayê û Babê topbaran kirin.
Artêşa Tirk gundê Biwêhic ê dikeve rojhilatê bajarê Babê topbaran kir.
Ji ber topbaranê ziyan gihiştin mal û baxçeyên welatiyan.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk gundê Mihsenlî yê Minbicê topbaran kir.
Her wiha dagirkeran 10 gund û bendava Şehbayê jî topbaran kir .
Taybet Gundê Medyûnê, Teane, Til Enab, Nêrebiyê, Cebel El-Nayîf, Bêlûniyê, Semoqa, Minix ,Xirbet El-Şeala û Um El-Hoş topbaran kirin.
Zeviyên çandiniyê yê gundê Um El-Hoş hatin şewitandin û gelek sewal jî mirin.
Heman demê gundên Meranaz, Alqemiyê, Malikiyê û Şiwarxa ên şera jî dan ber topan.