Şêniyên Kobanê salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir

Pîrozbahiyên pêşwazîkirina 44’emîn salvegera damezirandina PKKʹê pêk tên.
Şêniyên Kobanê bi dirûşma “Bi rihê 27’ê Mijdarê, bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” salvegera 44’an a damezirandina PKKʹê pîroz kirin.

Pîrozahî li qada Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Di şahiyê de kesên axivîn diyar kirin ku avabûna PKKʹê rêveçûna dîroka gelê Kurd û tevahî gelên herêmê guhert û gotin:

Avabûna PKKʹê mîladeke nû ji bo gelê Kurd ê bindest bû.

Di axaftinan de banga xurtkirina têkoşînê û serhildanê li hemberî dagirkerî û xiyanetê hat kirin.

Dawiya şahiyê li qada navendê agir hat pêxistin û govend hate gerandin.

Ciwanên Dêrikê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirdewleta

Back to top button