Di êrişa çeteyan de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn

Çeteyên bi navê Fetih El Mubîn nuqeteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.
Balafirên Israîlê jî êrişî nuqetên çekdarên Îranê yên li Hema, Himus û Laziqiyê kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên bi navê ‘Fetih El Mûbîn’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqetên hêzên hikûmta Şamê yên li rojavayê Helebê Topbaran kirin.

Hate diyarkirin ku di encamê êrişê de 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Li Helebê ji ber teqîna mayînekê kesekî jiyana xwe ji dest da

Li derdora bajarokê Kefer Teal li gundewarê rojavayê Helebê jî ji ber teqîna mayînek ji bermhiyên şer; kesekî jiyan xwe ji dest da.

Balafirên Îsraîlê nuqetên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kirin

Li aliyê din, çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku îro piştî berbangê, balafirên Israîlê cihên çekdarên girêdayî Îranê û Hikumeta Şamê kirine armanc.

Di encama vê êrişê de yek jê payebilind, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û depoya cebxanê ya komên girêdayî Îranê teqiya.

Back to top button