Banga 1000 navdarên cîhanî: PKK ji ‘lîsteya terorê derxînin’

Li ser asta cîhanê dengê derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” bilidn dibe.

1000 navdarên cîhanê dengê xwe li vê bangê zêde kirin û got;

Sûcên dewleta Tirk rewa nekin û hema niha PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxînin.


Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, tevgerên dagirkirina Kurdistan û qedexeya li ser PKK’ê, dengê nerazîbûnan zêde dibin.

Bi pêşengiya ‘Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî’ ku endamên wê li 30 welatên cîhanê ne, kampanyayeke nû destpê kir.

Bi vê armancê îro 1003 navdarên cîhanî mohra xwe danîn binê kampanya ‘Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin’.

Têkildarî kampanyayê daxuyaniyek hat dayîn û tê de îşaret bi van xalan hat kirin:

Kurdistanê ji ber şerê mezin, di nava rewşeke giran a mirovî de ye. Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê, înkar û asîmîlasyonê dewam dikn.

Hukûmeta Erdogan di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li Tirkiye, Sûrî û Iraqê her cûre tundiya dewletê rewa dike.

Mafên xwezayî yên gelê Kurd nas nake.

Parlamenter, hevşaredar bi ‘endametiya rêxistina terorê’ sûcdar dike.

3 hezar akademîsyenên ku rexne li polîtîkaya dewletê ya têkildarî Kurdan kirin, bi sûcdariya ‘piştgiriya ji bo rêxistina terorê’ ji zanîngehan hatin avêtin.

Bi sedan rojnamevan bi sûcdariya ‘endametî û propaganda ji bo rêxistina terorê’ hatin darizandin û girtin.

PYD, QSD, YPG û YPJ ên ku li Rojava di nava koalîsyona navneteweyî de cih girtin û dijminê mirovahiyê DAIŞ têk birin, bi “terorîzmê” tên sûcdarkirin.

Dewleta Tirk bi hinceta ‘têkoşîna li dijî terorîzmê’ Rojava dagir kiriye.

Artêşa Tirk, endamên DAIŞ’ê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kiriye.

Desthilatdariya Erdogan gelek caran bombe li kampa penaberan a Mexmûrê barand û mirovên wê kuştin.

Kurdên Êzdî yên li Şengalê jî bi balafirên şer bi rêk û pêk têne bombekirin.

Ji ber van sedema banga me ev e:

Qedexeya li ser PKK’ê rakin.

PKK ji “lîsteya terorê” derxînin.

Back to top button