HPG: Hevrêyê me bi fedakariyeke mezin tevlî çeperên berxwedanê bû

HPG’ê nasnameya hevreyêkî eşkere kir û got: Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku armanca Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi cih bînin.

Li ser kesayeta gerîlayê û têkoşîna wî, HPG’ê anî ziman hevrê Berxwedan bi fedakariyeke mezin tevlî çeperên berxwedanê bû û wiha got:

Hevreyê me li gelek qadên Metînayê li dijî dagirkeran çalakî kir, bêşert û merc tevlî bû û li her derê bi sekneke hêjayî mîsyona pêşengiyê tevgeriya.

Xeyala herî mezin a hevrêyê me Berxwedan ku xeyalên hemû şehîdên me ye, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bû.

Di serî de ji malbata hêja yê şehîd Berxwedan Farqîn, HPG’ê sersaxî ji hemû Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Farqîn
Nav paşnav: Serdar Meçîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Hîdayet
Bav: Arîf
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2023 / Metîna

Li Girê Cûdî yê Zapê 11 dagirker hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Back to top button