Li Mexmûrê 8. festîvala çand û hunerê ya şehîd Bêrîtan destpêkir

Li Mexmûrê 8. Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargehê veuheriye çandeke giştî, bi vekirina pêşangehekê destpê kir.

Festîval her dû salan carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan tê lidarxistin.

Festîval li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi vekirina pêşangehekê destpêkir.

Pêşengeh ji aliyê dayîka Şehîd Mardîn, Medîne Kara, hevjîna Şehîd Ebûzêd Pakîze Bayram û meta Şehîd Sara, Cemîle Urper ve hat vekirin.

Piştra gel bi awayek girseyî serdana pêşangehê kirin.

Salona pêşangehê bi wêne û tabloyên Rêbetî, şehîdan, jinên şoreşger, cil û bergên netewî, xaniyên kevin û hwd hatibûn xemilandin.

Wê pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne.

Di heman çarçoveyê de wê xwarinên gelêrî werin nîşandan û sibe jî wê festîval bi awayek girseyî bi şahiyekê were pîrozkirin.

Back to top button