Nûnerên partiyên siyasî yên Efrînê û endamên yekitî û saziyên sivîl li Şehbayê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Şamê kirin ku diyaloga Sûrî-Sûrî pêş bixe û neyê xefikên dewleta Tirk.
Daxuyanî li parka navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat dayîn û tê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku li dijî îradeya gelê Sûriyê bi dewleta Tirk a dagirker re li hevkirinê neke û hat gotin: “Êdî destwerdana dewleta Tirk di nav kar û barên Sûriyê de ji her kesî re eşkere ye.
Hemwextî mijûlbûna navneteweyî bi şerê Ukraynayê re, dewleta Tirk Cebhet El Nusra a terorîst, serwer dike.
Ji bo bidawîkirina aloziya herêmê, divê rêyeke hevbeş were dîtin.”
Di dawiya daxuyaniya partiyan de, bang li hikumeta Şamê hat kirin ku nekeve nava komployên dewleta Tirk.