Microsoft bi bihayê 21,3 milyar dolar wê berçavkên nûjen bide artêşa Amerîka

Şirketa Microsoft, bi bihayê 21,3 milyar dolar wê berçavkên di asta herî baş bifiroşe artêşa DYA. Vê yekê jî hişt bihayê parên şirketê ji serdî 3 zêdetir bibe.

Ji şirketên herî mezin ya teknolojî ya Amerîka Microsoft ragihand ku di nava 10 salan de ewê bi bihayê 21,3 milyar dolar berçavkên herî nûjen bifiroşe artêşa DYA.

Microsoft di çarçoveya peymanê de wê ji bo 120 hezar leşkerên DYA berçavkên HoloLens çê bike.

Wê ev berçavk li DYA werin hilberandin.

Piştî ragihandina peymanê parên Microsoft ji sedî 3 qîmetê xwe zêdetir bûn.

Ev berçavik ji yên xeyalî cuda ne.

Ev teknolîjî ne li gorî rastiya xeyalî lê rastiya heyî dikare bi şêwazê girafîk tê bicihkirin û weke parçeyek rastiyê lê tê.

Di rewşa heyî de her berçavek HoloLens bi bihayê 3 hezar û 500 dolar tê firotin.

Back to top button