Misir ji bo keştiya qenala Suveyş 6 rojan girtî lêpirsînê pêk tîne

Kêştiya Ever Given 6 rojan rêya bazirganiya cîhanî ya Qenala Suveyşê ya Misrê felc kir. Vê yekê ziyaneke mezin gihand aboriya cîhan û taybet jî Misirê.

Misir ji ber vê yekê lêpirsinek da despêkirin û ragihand ku heta encama wê diyar nebe wê keşti dibin destê wan de be.

Serokê birêvebirina Qenala Suveyş a Misirê Usama Rebîe ji Televizyona El- Heyat re axivî û got:

Kêştiya Ever Given 6 rojan Qenala Suveyşê felc kir û riya derbasbûna kêştiyan asteng kir.

Têkildarî sedemên sekinandina kêştiyê duh rêveberiya Qenala Suveysê komîteyek lêpirsînê ava kir.

Usama Rebîe diyar ku endamên komîteyê wê belge û sendûqa reş ya li ser kêştiyê lêkolîn bikin.

Her wiha ekîbên kar yên kêştiyê jî werin lêpirsîn kirin.

Heta dawî kirina lêpirsînê, wê kêştî ji aliyê komîteyê ve were sekinadin.

Dema lêpirsînê wê herî kêm heftiyekê dewam bike.

Bazara cîhanê ji 6 heta 10 milyar dolar ziyan dîtiye.

Şirketa Misir ya ji qenalê berpirsyar jî ragihand ku her roja derbas bûyî 12 heta 14 milyon dolar ziyan dîtine.

Her çiqas rêya Qenala Suveyşê hat vekirin û kêştiyên bazirganiyê dest bi seferên xwe kirin, lê heta niha şêwazê berdîla ziyanên aborî nehatiye dîtin.

Back to top button