33 Parlementerên Swîsreyê name ji serokê Parlementoya Federal re şandin

33 parlementerên Swîsreyê derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirina mafan xwestin zext li Tirkiyê were kirin.

33 parlementerên Parlementoya Federal a Swîsreyê ji ber binpêkirinên mafan, zextên li ser HDP’ê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nameyek ji alîkar û serokê parlementoya federal re şandin.

Parlementeran di nameyê de bal kişandin li ser zextên li ser muxalif, çalakger û rojnamegara û xwestin ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê zext were kirin.

Parlementeran diyar kir êrîşên li ser Kurdan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dewleta Tirk li dijjî peymanên navnetewî ye.

Ji Swîsre hate xwestin ku roleke girîng bigire û bang li Tirkiyê bike ku zextên xwe yên der û hundir rawestîne. Her wiha hat diyar kirin ku Erdogan dev ji doza girtina HDP’ê berde.

Back to top button