Asya Ulker: Rêber Ocalan girîngiyek mezin dida parêzerên jin

Piştî komploya navneteweyî Asya Ulker parêzeriya Rêber Abdullah Ocalan kir. Asya da zanîn ku rêber APO di hevdîtinên xwe de pirsgirêkên jinan dinirxand, komploya navnetewî bi têkoşîna Rêber Ocalan vala hatiye derxistin.Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî hat girtin.

Komploya navneteweyî 24 sal li pey xwe hişt.

Ji wê rojê ve tecrîda li Îmraliyê didome û ev nêzî du salan e jî qet agahî ji Rêber APO nayê girtin.

Li dijî tecrîdê li her çar alî cîhanê gel radibin ser piyan.

Yek ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Asya Ulker der barê pêvajoya naskirina Abdullah Ocalan, hevdîtinên Îmraliyê, jiyan û valaderxistina komployê de axivî.

Asya Ulker da zanîn ku girtina Rêber Ocalan bandorek mezin li we kir û got:

Wek parêzerekî min xwe berpirs dît û ketim hewldanan.

Min serî li Buroya Hiquqê ya Asrin da û min parêzerî kir.

Her gotin û her tevgera Rêber APO ji bo min pir girîng bû.

Rêbertî girîngiyek mezin dida parêzerên jin.

Asya Ulker: Rêber Apo di hevdîtinên xwe de pirsgirêkên jinan dinirxand

Parêzer Asya diyar kir ku rêber Ocalan di her hevdîtinê de teqez der barê jinan de nêrînên xwe dikir û pirsgirêkên jinan dinirxand û wiha anî ziman:

Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyê de di mijara jinê de gelek kûr bû, proje pêş xist.

Digot jin zanistik e, divê navê jineolojiyê di alî zanistî de bê nasîn.

Îro dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ji vê felsefeya esas ji vê nêrînê vejiyaye.

Asya Ulker: Komplo bi têkoşîna Rêber Apo vala hatiye derxitin

Asya Ulker anî ziman ku armanca komployê vala hatiye derxistin û wiha bi dawî kir:

Rêber Ocalan mirovekî pirsgirêkan çareser dike û çareseriyê pêk tîne ye.

Ji bo civak û gel ji vê fêdeyê bigirin divê Rêber Abdullah Ocalan di alî fîzîkî de azad be.

Hewcedariya gelan, civakan û jinan bi nêrînên rêber APO hene, di vî alî de divê fîzîkî azad be.

Back to top button