Rûken Ehmed: Dewleta Tirk li herêmê komkujiyan pêk tîne

Hevseroka TEV-DEM’ê Ruken Ehmed êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kir û got:”Dewleta Tirk li herêmê komkujiyan pêk tîne û çeteyan ji bo têkbirina aramiya herêmê birêxistin dike”.
Ruken diyar kir ku sedsala 21’emîn sedsala serkeftina civakê û binketina dagirkeran e.

Tirkiye bi êriş, guhertina demografiyê, dixwaze jiyana azad a gelên li Rojavayê Kurdistanê tune bike.

Têkoşîn û berxwedana gelên li herêmê ya li dijî dagirkeriyê dewam dike.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Rûken Ehmed nirxandin kir.

Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de bahsa armancên hedefgirtina Kurdistanê û bi awayekî giştî Rojhilata Navîn kir û got:

Dewletetên kapîtalîst û dewleta Tirk êrişên berfireh dane meşandin.

Armanc diyar in û rêbazên wan jî xuya ne.

Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê têne meşandin parçeyekî ji vê konsepta mudaxalekirina Rojhilata Navîn e.

Destpêkê bi rêya çeteyan niha bi xwe komkujiyê dikin.

Rûken Ehmed: Tirkiyê çeteyan bi rêxistin dike

Rûkenê da zanîn ku Tirkiye hîna çeteyan bi kar tîne û ji her alî ve ji bo xistina Rojava hewl dide û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk niha hewl dide çeteyan bi rêxistin bike û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bînin.

Di êrişên li ser girtîgehê de, bûyerên di kampên malbatên çeteyan de me mînaka van dît.

Ev planên wan vala hatin derxistin, lê belê hîna jî berdewam dikin.

Rûken Ehmed: Sedsala 21’an sedsala serkeftina civakê ye

Rûkenê da zanîn li dijî êrişan her tim Rêveberiya Xweser bi ser ket û wiha bi lêv kir:

Civaka ku xwe bi vê zanista jin û civakê têr dike destûra van êrişan û encamgirtina wan nade.

Sedsala 21’ê sedsala civakan e.

Di pêşengtiya jinan de destkeftiyên mezin li herêmê hatin çêkirin.

Lewra dewleta Tirk her dem jinên pêşeng û siyasetmedar hedef digire.

Back to top button