Li Koreya Bakur sererkanê giştî ji erk hate girtin

Koreya Bakur mîna ku di her kêliyekê de wê şerê cîhanê yê 3 bi çekdarî despê bike xwe amade dike.
Rêveberiya Pyongyangê sererkanê giştî yê artêşê ji erk girt.
Her wiha bi serokatiya Kim Jong Un civîna amadekariyên şerekî tevahî jî hate çêkirin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li şûna Serokê Sererkaniyê; banga lezkirina amadekariyên şer bi zêdekirina hilberîna çekan kir.

Jong Un ê ku li ser “amadekariyên şerê giştî” civînek li dar xist, nexşe nîşanî generalan da û qala “çalakiyên mezin” ên li dijî Koreya Başûr kir.

Li Koreya Bakur civîna amadekariya şerekî giştî pêk hat

Di demekê de ku Amerîka û Koreya Başûr ji bo tetbîqateke leşkerî ya hevbeş a mezin amadekariyan dikin, Jong Un di daxuyaniyekê de ji medyaya dewletê re got;

Wî ferman daye artêşa xwe ku planên xwe yên şer dijwartir bike.

Her wiha planek ji bo berfirehkirina operasyonên şer ji aliyê leşkerên eniyê ve hate pejirandin.

Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partiya Karkeran a Koreyê bi serokatiya Kim Jong Un civiya.

Li gorî nûçeya KCNA, Kim di hevdîtinê de jî ragihand ku wî Sererkan Orgeneral Pak Su ji kar dûr xistiye.

Li şûna Pak Su Îl, Mareşal Ri Yong Gil bû Serokê Sererkaniyê.

Li gorî heman çavkaniyê, Kim daxwaz ji “hemû kargehên cebilxaneyê kir ku hilberîna girseyî ya amûr û çekan dewam bikin.”

Hat diyarkirin ku Kim ji bo çek û kelûmelên ku herî dawî hatine bicihkirin bi awayekî bi bandor bên bikaranîn, bang kir ku manovrayên leşkerî bi awayekî aktîf bên meşandin.

Civîna leşkerî di demekî wiha de pêk hat ku Seul û Waşington wê di dawiya meha Tebaxê de dest bi rahênanên xwe yên serbazî yên hevbeş ên salane bikin.

Koreya Bakur van tetbîqatan wek provaya dagirkeriyê dibîne.

Kim gelek caran hişyarî da ku ew ê di berdêla vê yekê de tedbîrên “berfireh” pêk bînin.

Hefteya borî, Kim Jong Un sê rojan serdana gelek kargehên mezin ên çekan kiribû.

Back to top button