Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyê wê ve hatiye dagirkirin, mayînek bi terektorekî ve teqiya, di encamê de jineke 60 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundê Qasim ê navçeya Racoyê, kalemêrek û hevsera xwe dema ku li ser terktora xwe bûn mayînek bi wan ve teqiya.
Di encamê de, Emîne Hisên ya 60 salî jiyana xwe ji dest da û hevserê wê Nazimî Henan Ismaîl yê 96 jî birîndar bû.
Şêniyan birîndar rakir nexweşxaneyeke bajarê Efrînê.