BESÊ HOZAT: DIVÊ PEYAMÊN OCALAN RAST BÊN FÊMKIRIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat peyamên Rêber Ocalan ên ji bo çareseriyê nirxandin. Besê Hozat got: Rêber Ocalan gotiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewlet bi rengekî rast tevbigere. Ji ber vê yekê jî divê peyamên Rêber Ocalan rast werin xwendin.

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya Rojeva Welat de mijarên di rojevê de ne nirxandin.

Besê Hozat ji bo dagirkitina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê diyar kir ku biryar siyasî ye û got,

“Pêwendiya vê biryarê bi mesleya Kurd heye.

Ji bo tinekirina Kurdan siyasetê dikin, hewl didin ku nasname û hebûna Kurdan neyên qebûlkirin.

Encama vê hewldanê jî dagirkirina şaredariyan, girtina siyasetmedarên Kurd e û komkujî ye.

Hozat peyamên Rêber Ocalan ên ji bo çareseriyê bi bîr xist û wiha anî ziman:

“Divê hevdîtinên bi Rêbertî re hatin kirin, baş bên nirxandin.

Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkê çareser bike mûxatabê çareseriyê Ocalan e.

Rêbertî ji bo çareseriyê xwedî plan, proje û nêrîn e.

Tenê bi Rêbertî ev pirsgirêk çareser nabe.

Ev nirxandineke şaş e. Divê dewleta Tirk ji bo çareseriyê biryarê werbigire.

Lê belê sedema pirsgirêka Kurd Ocalan nîne, dewleta Tirk bi xwe ye.

Hozat destnîşan kir, ji bo li Tirkiyeyê çareseriyeke demokratîk pêk were divê mafên gelê Kurd bên naskirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Em bang li gelê Kurd, civaka demokratîk a Tirkiyê û hêzên aştîxwaz dikin ku berxwedana li dijî vê desthilatdariya faşîst xurt bikin.

Leave a Reply

Back to top button