Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê êrişî gundê Dikişman ê Kerkûkê kir. Di êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Vê êvarê di dema fitarê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Dikişman ê bajarokê Reşad ê Kerkûkê kirin.
Li gor hatî ragihandin di êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku hêzên Iraqê bi hewara şêniyên gund ve çûn, di navbera çete û hêzên Iraqê de şer rû da.