“Girtina siyasetmedar û aktîvîstan êrîşa li dijî jinan e”

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, binçavkirin û girtina siyasetmedar û aktîvîstên jin şermezar kir û diyar kir ku bi vê yekê re êriş li dijî têkoşîna jinan hatiye kirin.

Di operasyona qirkirina siyasî de ku navenda wê Amed e, Rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvistên Tevgera Jinên Azad û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Dadgeh ji 14 siyasetmedarên Kurd û aktivîstên jin ên bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin jê 12 kes girtin û şandin girtîgehê.

Di vê çarçoveyê de nerazîbûnên li dijî girtina siyasetmedar zêde dibin.

Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan, binçavkirin û girtina jinên siyasetmedar û aktîvîstan şermezar kir, diyar kir ku bi vê girtinê têkoşîna jinan dikin hedefa xwe û got: sedema êrîşan diyare.

Serokkomar, wezîr, parlamenter û serokên AKP-MHP’ê bi gotinên xwe zilaman ji bo şîddeta li ser jinê, qetilkirina jinan teşwîq dikin, cesaretê didin wan.

Eyşa Gokkan bibîrxist ku wê piştî cejnê qanûna zewaca zarokan bînin meclîsê û ev tişt got: Em ê li hember wê qanûnê derkevin. Dagirker ji bo rojeva desteserkirinên şaredariyan biguherin jî êrîş birin ser jinan.

Kesên parastina ekolojiyê, aştiyê dikin, dikin girtîgehan, êrîşî goristanan dikin.

Gokkan, da-zanîn ku ewê li dijî vê feraseta yekperest, yek zilamî û faşîst pergala demokratîk û têkoşîna jinan a hevpar xurt bikin û weha bi dawî kir, bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşên jinan şermezar dikin.

Bi bêdengiyê re piştgiriyê didin dewleta Tirk. Divê hemû civak bi tayîbet jin li hember qanûna zewaca zarokan derkevin.

Back to top button