Îsraîl di asta herî zêde de, wê bazirganiyê bi Tirkiyê re bike

Dewleta tirk û Îsraîl ku hertim xwe weke dijminê hev nîşan didin, bi veşartî têkliyên xwe yên bazirganiyê xurt dikin. Balyozxaneya Îsraîlê ragihand ku ewê di asta herî zêde de, hevkariya xwe ya bazirganiyê bi tirkiyê re bikin.

Belefira Îsraîlî ya El Al piştî 13 salan derbasî balefirxaneya Stenbolê bû.

Balyozê Îsraîlî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û wiha got:

Piştî vê rojê, tevî geştên balefirên Tirkiyê yên ji bo Tel Evîv wê balafirên EL AL geştên xwe yên heman herêmê pêk bîne.

Ev yek jî wê di asta herî bilind de, sudê li pêşketina bazirganiyê bike.

Tê gotin, ev geşt wê tenê di çarçoveya balefirên barhilgir de be.

Balefir, bi hilgirtina 23 ton pêwistiyên tenduristiyê, li ser rêya ji Tel Evîv ber bi Stenbolê û ji wir jî ber bi Amarîkayê ve kete rê.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku xwe weke parêzvanê Filistînê nîşan dide, di rastiyê de bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re xurt dike.

Back to top button