Efrîn-Çeteyan ji gundê Keferdelê-Jêr jineke Kurd revandin

Li Efrîn çeteyên dewleta Tirk di nav de, jinek 3 welatî ji gundên Efrînê revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Polîsa Leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker jineke kurd ji gundê Keferdelê-Jêr yê navçeya Cindêrisê revandin.

Welatiya Ku hatiye revandin bi navê Elîf Resûl ya 25 salî ye.

Elîf bi hinceta ku berê di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kiriye, hate girtin.

Beriya 3’ê rojan jî, ji heman gundî çeteyan di nav de jinek 3 kes revandin.

Heta Niha çarenûsa kesên ku hatine revandin nediyar e..

Çeteyan ji gundê Kebaşîn 2 welatî revandin

Efîn News 24 jî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi hevkariyan hin sîxûran ji gundê Kebaşîn yê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî 2 welatî revandin e.

Kesên ku hatine revandin navê wan wiha ye..

Memed Hisên û Mihemed Hisên

Armanca revandina welatiyan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, ewe ku Efrînê ji şêniyên wê û bi taybet ji Kurdan fala bike.

Çeteyan Agir berda zeviyên li Şerayê

Li aliyê din, hat ragihandin ku çeteyan agir berdan zeviyên çandiniyê yên li gundên Merenaz û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî

Back to top button