Li Tebqayê hewldanên peydakirina ava vexwarinê

Bi qutkirina ava çemê Firatê ya dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûriyê stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketin.
Yekîneya Avê ya bajarokê Cirniyê yê Tebqayê ji bo peydakirina ava vexwarinê di nava hewldanan de ye.

Ebûd El Mehmûd ê ji bajarokê Cirniyê anî ziman ku pompeyên avê bi temamî ji xizmetê derketine û ava vexwarinê li bajarok nemaye.

Henan El Mihemed jî da zanîn ku birîna ava Firatê gelek zehmetî derxistine, ava vexwarinê qut bû û nexweşî belav bûne.

Rêveberê Yekîneya Avê ya bajarokê Cirniyê Mehmûd El Xelef jî diyar kir ku xebatên kolandina bîran û avakirina depoyeke avê têne kirin û wiha got:

“Bi armanca peydakirina avê ji şêniyên me yên li bajarokê Cirniyê û gundên derdora wê, me dest bi kolandina bîrekê li stasyona Tawî kiriye.

“Bîr di saetekê de wê 500 metrekab av bide”

Kûrahiya bîrê 12 metre ye û dê di saetekê de 500 metrekab avê bide.

Li rex bîrê jî me dest bi avakirina depoyeke avê kiriye. Depo dê 700 metrekab av hilgire.”

Li gorî yekîneya avê, proje dê di çend rojên nêzîk de bi dawî bibe û avê bide 16 gundên Cirniyê bike.

Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê kir

Back to top button