Li ser komkujiya Kortekê re 12 sal derbas bû

Li ser komkujiya Kortekê ku ji heman malbatê 7 kes di encama bombebarana dagirkeriya tirk de şehîd bibûn re 12 sal derbaz dibe. Lê Hikûmeta Başurê Kurdistanê li beramberî vê komkujiyê heta niha bêdengiya xwe didomîne.

Di 21’ê Tebaxa sala 2011’an de balafirên şer ên dewleta Tirk li Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek sivîlan bombebaran kiribû.

Di derbarê vê komkujiyê de kesûkarên şehîdên komkujiya Kortekê axivîn.

Birayê yek ji şehîdên komkujiya Kortekê Yaqub Mistefa destpêkê axivî û wiha got:

“Tevî ku me bi dehan caran daxwaz kiriye jî, lê heta niha ne hikûmeta Başur û ne jî hikûmeta Iraqê ti helwestek li beramberî vê komkujiyê nîşan nedaye.”

“Ji bo komkojiyên wiha pêkneyên bêdeng nemînin û yek helwest bin”

Kesûkarek din ê şehîdên komkujiya Kortekê Sîrwan Hesen jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû:

“Ev gorên ku hûn dibînin, her heft jî di encama bombebarana dewleta Tirk a faşîst de şehîdbûne.

Lê heta niha ti helwest û bertek nehatiye nîşandan.”

Sîrwan Hesen bang li hêzên siyasî yên kurdî kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin, li dijî êrişan xwedî yek helwestbin, da ku kesên din jî nebin armanc.

Back to top button