Piştî 16’e salan ji serhildanê Baas di faşîzma xwe de îsrar dike!

16’e sal li ser faşîzma rêjîma Baas’ê ya 12’ê Adarê re derbas bûn hîna jî BAAS xwedî heman faşîzme. 16 sal beriya niha weke îro 12’ê Adara 2004’an gelê Kurd li hemberî tundî û înkarê serî hilda. Faşîzma ku serhilda gel tehmûl nekir gel gulebaran û bi dehan Kurd şehîd kir. Faşîzma ku hewl da fitinê di navbera Kurd û Ereban de derxîne îro bi hevgirtin û biratiya gelan bersiva xwe digre.

Îro salvegera 16’an a serhildana 12’ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

12’ê Adara 2004’an, li Qamişlo hêzên rêjîmê û pêxwasên wê, komkujî pêk anî.

Li dijî êrîş û komkujiyan gelê Kurd ne tenê li Rojava, li 4 aliyên Kurdistanê û seranserî cîhanê serî hilda.

12 ‘ê Adara sala 2004’an , hêzên ewlekarî û polîsên rêjîma Sûrî, bi alîkariya derdorên nijadperest, bi armanca peydakirina şerê di nava Kurd û Ereban de planekî qirêj amade kir.

Plana hêzên tarî yên rêjîmê û derdorên Ereb ên nijadperest, bi maça futbolê ya navbera tîma Cîhad a bajarê Qamişlo û tîma El-Fitiwê ya bajarê Dêrazorê dest pê kir.

Hêzên Ewlekariya Sûrî bi serkêşî û fermana waliyê Hesekê Selîm Kebbûl gule li ser Kurdên sivîl barandin û di encama êrişa destpêkê de 3’ê jê zarok bi giştî 7 Kurdan jiyana xwe ji dest dan.

Roja 13 Adarê bi armanca şermezarkirina êrişên hovane yên hêzên rêjîmê û hevkarên wê Erebên nijadperest û veşartina şehîdan, bi sedhezaran Kurdê bajarê Qamişlo daketin kolanan.

Hêzên rêjîma Sûrî êrişî xwepêşandana girseyî kirin û gule li gel barandin.

Di encamê de nêzî 30 Kurdan jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn.

Rê û rêwanî di nexweşxaneyan de nema, bi sedan kesên birîndar ji tirsa hêrsa dewletê xwe li malan derman kirin, her wiha bi hezaran kes jî hatin binçavkirin.

Komkujiya li vê derê, li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê deng veda. Gelê Kurd li Efrînê, Kobanê, Amûdê, Dêrikê, Hesekê, Rimêlan, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û li bajarên Sûriyê Şam û Helebê rabû ser piyan.

Li hemberî hovîtiya rêjîma Surî, gelê Kurd çi li derveyî welat, çi jî li her çar aliyên Kurdistanê bi hawara Kurdên Rojava ve rabû û ew bi tenê nehiştin.

Kurdistanî li Ewrûpa dest bi meş û mîtingên girseyî kirin û rejîma Sûrî di nava qada navnetewî de şermezar kirin.

Gelê Kurd li Amedê, Dêrsimê, Şirnex, Silêmanî, Hewlêr, Amêdî, Mihabad û li Ûrmiyê bi dehan çalakiyên piştgiriyê lidar xist û ji tevahiya cîhanê re diyar kir, ku Kurdên Rojava ne bi tenê ne.

Vî rihî dewam kir heta sala 2012’an û wê bi wî rihî jî gelê rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûrî şoreşa xwe pêşwazî kir.

Di sala 2012’an de gel vîna xwe diyar kir û bi fikrê Rêvberiya Xweser malovanî ji hemû pêkhateyên li herêmê re kir.

Îro û tevî ku 16 sal di ser serhildanê re derbas bûn hîna jî rêjîma BAAS di faşîzma xwe de îsrar dike û hebûna gelê Kurd û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî înkar dike.

Gelê Kurd û pêkhateyên din jî bi berxwedanî, biratiya gelan û hevgirtinê berisva vê faşîzmê didin.

Back to top button