Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê komkujî şermezar kir

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê Komkujiya Cindirêsê şermezar kir û got: ”Kirinên bi vî rengî li ser îstiqrara Sûriyeyê gef in.”

Şeva Newrozê çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsa Efrînê 4 welatiyên Kurd ku dixwestin agirê Newrozê pêxin kuştin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bi rêya hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir û komkujî şermezar kir.

Balyozxaneyê got: “Kirinên tundiyê mîna yên 20’ê Adarê li bajarê Cindirêsê pêk hatiye, gefan li îstiqrariya Sûriyê dixwin.”

Balyozxaneyê bang li hemû aliyan kir ku êrişên li dijî sivîlan rawestînin û têgeha hesabxwestinê xurt bikin.

Back to top button