Piştî agirbestê Îran û Amerîka dest bi gerên herêmî dikin

Piştî ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de, Wezîrên Karên Derve yên Îran û Amerîkayê li herêmê dest geran dikin.

Ajansa Nûrnews a Îranê ragihand ku piştî ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullahiyan sibê li herêmê dest bi gerekê dike.

Li gorî nûçeyê hemwextî gerê, hewldanên dîplomatîk ên Îranê ji bo rawestandina êrişên ‘rejîma siyonîst’ ên li dijî Xezayê û bidawîkirina dorpêçê wê dewam bikin.

Her wiha xebatên şandina alîkariyên mirovî ji xelkê Xezayê yê mexdûr re jî wê yek ji rojeva sereke be.

Ebdullahiyan di vê çarçoveyê de, gera xwe ya yekem li Libnanê pêk tîne.

Li gorî malpera Axios a Amerîkî jî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Îran û Amerîka plan dike hefteya bê serdana Îsraîlê bike.

Di serdanê de, wê hevdîtin li gel rêveberên Îsraîl û Filistênê were kirin.

Rewşa dawî jî wê were nîqaşkirin.

Çaverê ye ku serdan beriya lûtkeya Wezîrên Karên Derve yên NATO`yê be.

Lûtke 28`ê Mijdarê ye.

Back to top button