Pentagon: Divê Rûsya li mekanîzmeya rêgirtina li ber arîşeyan vegere

Piştî hinek leşkerên Amerîka bi qezayekê li gel hêzên Rûsî birîndar bûn, Pentegonê banga vegera mekanîzmeya rêgirtina li ber arîşeyan li Sûriye li Rûsyayê kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê/Pentegonê Jonathan Hoffman duh bi daxuyaniyekê got:

“Me Rûsya ji ber kirinên wê yên xeter û yên nayên pejirandin hişiyar kiriye.

Em hêvî jê dikin ku mekanîzmeya rêgirtina li ber arîşeyan li Sûriyê vegere.”

Hoffman teqez kir ku her hêzên wan rastî xeteriyê bên, ew ê mafên xwe yên parastinê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Parastinê ya Rûsî jî teqezî li ser mekanîzmeya bi Amerîkayê re kir.

Wezaretê da xuyakirin ku tevî ku wan Amerîka bi rêya dewriyê agahdar kiribû jî, lê Amerîka rê li ber wan asteng kir.

Back to top button