Parêzera Kurd Ebru Tîmtîk şehîd bû

Parêzer Ebru Tîmtîk, parêzer û keça Kurd a Dersîmê bû. Ev 238 roj li girtîgeha Stenbolê ya Sîlîvrî, di gireva biçîbûnê de bû.
Piştî roja 94’an çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Tenê daxwazeke wê hebû darizandineke adil bû.
Lê mixabin ji ber rewşa wê pir giran bûbû, duh li nexweşxaneyeke Stanbolê bû şehîda edaletê.

Ebru Tîmtîk, parêzera Kurd ku 238 rojan di rojiya mirinê de ma, duh xatir ji dinyayê xwest.

Dewleta Tirk a faşîst, di sala 2018, komek parêzer ên endamê buroya hiqûqî ya gel û komaleya hiqûqnasan a hemdem girtin.

Li ser îfadeya şahidên veşartşî, dadgeha Tirkiyê bi giştî 160 ceza li parêzeran birîn.

Ji ser vê biryarê, ji baroya Stenbolê parêzer Ebru Tîmtîk di girtîgeha stenbolê ya Sîlîvrî de, ji baroya Enqerê parêzer Aytac Unsal jî, di girtîgeha Burhaniye ya Balikesî de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Aytac Unsal di roja 63, Ebru Tîmtîk jî di roja 94’an de, çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.

Tenê daxwazekî wan hebû ew jî darizandineke adil bû.

Lê belê rayedarên dewleta Tirk xwe bêdeng kirin, rewşa Ebru giran bû ew rakirin Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê.

Di hemû jiyana xwe de li dijî pergala faşît a AKP-MHP’ê têkoşiya.

Wekî ku di dîmende jî xuya dibe dema Ebru Tîmtîk tê binçavkirin li dijî êşkenceye bertek nîşan dide û biryardariya xwe ya têkoşînê tîne ziman.

Parêzer Ebru Tîmtîk jineke Kurd ji Dersîmê bû.

Jineke afrînera jiyanê bû, heta dawiya jiyana xwe ji bo jiyaneke adilane li ber xwe da.

Dema ew rakirin nexweşxaneyê ev peyam da:

“Dest û lingê me girêdane, em nikarin tiştekî bikin, em tenê edaletê dixwazin. Ya ku herî zêde me diêşîne jî ev e.”

Eger ez werim berdan, ez ê biçim li ser axa xwe Dersîmê. Heya neçim wir jî, ez baş nabim.”

Lê belê bêyî ku were berdan, Ebru Tîmtîk di roja 238’an a çalakiya xwe de ango 27’ê Tebaxa 2020’an li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê şehîd bû.

Çalakiya parêzer Aytaç Unsal di roja 207’an de berdewam dike û rewşa wî jî giran e.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ragiandin ku wê ji bo Ebru Tîmtîk li Cemxaneya Gaziyê merasîmek bê lidarxistin û wê roja Şemiyê li Goristana Gaziyê bê veşartin.

Back to top button