Ji ber birînên xwe yên duh, fermandarekî polîsa Amerîkayê, jiyana xwe ji dest da…
Polîsa Kongressê ragihand ku, di encama şerê di navbera alîgirên Trump û polîsên avahiya Kongressê de, îro ji ber birînên xwe, fermandarekî polîsê, jiyana xwe ji dest da.
Duh di serdegirtina alîgirên Trump a avahiya Kongressa Amerîkî de, 4 kes hatin kuştin û zêdeyî 50 kesî jî hatin binçavkirin.