Li 43 welatên cîhanê şewat didome, bi milyonan hektar erd ziyan ditiye

Li seranserê cîhanê şewatê bandorek zêde avakiriye.
Li 43 welatan şewatên heyî didome.
Heta niha bi milyonan hektar ziyan li daristanan bûne.
Ji 28’ê Tîrmehê ve li 39 bajarên Tirkiyê jî şewata ku heyî didome.
Rêveberiya Giştî ya Daristanan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 174 bûyerên şawatê wan 160 kontrolkirin e.
Mixalefeta Tirkiyê ji şewata heyî deshilatê berpirsyar dibîne.

Guherîna rewşa avhewayê li seranserê cîhanê xwe daye hîskirin.

Şewata li seranserê cîhanê jî vê yekê dide diyarkirin.

Heta niha li 43 welatan şewat didomin û di encamê de bi milyonan hektar daristanan ziyan dîtiye.

Li Tirkiyê jî ev 8 rojin şewat bi dijwarî didome.

Endeksa Baranbarînê ya Standard a Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya nirxandina 3 mehên dawî eşkere kir.

Ji derveyî Mugla, Herêmên Rojhilat û Başûr û navenda Aksarayê di kategoriya ” zuhabûnek zêde” de ye.

Li Tirkiyê hewldanên vemirandina şewata daristanan jî di roja 8 de didome.

Li Tirkiye ji 174 şewatan 160 hatiye kontrolkirin

Rêveberiya Giştî ya Daristanan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 28’ê Tîrmehê ve li 39 bajarên Tirkiye şewat rûdane.

Di encamê de, 174 bûyerên şawatê pêk hatine.

Ji van 160 hatine kontrolkirin.

Li 5 bajaran jî şewata li 14 herêman didome.

Heta niha ji ber şewatê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Parastina Neteweyî ji bo ku piştgiriyê bide çalakiyên vemirandina şewatê yên li Mûglayê keştiya dewriyê û keştiya daketinê jî şand herêmên Oren û Mîlasê.

Wezîrê Karên Derva Mevlüt Çavuşoglu got,

“Di têkoşîna li dijî agir de astengiya herî mezin a li pêşiya me, ba ye.”

Bûyera şewatên li Tirkiye careke din hêrsa li dijî polîtîkayên hikumeta faşîşt ya AKP û Serokê wê Erdogan zêde kiriye.

Mixalîf deshilata welat bi binketina şewata li welat tewambar dike.

Back to top button