Danûstandinên li Derayê hê jî bi encam nebûne

Li Derayê, piştî toparaneke giran ji hêla Hikûmeta Şamê ve, ji serê sibehê aramî serwer e û li benda encamên danûstandinan in.

Danûstandin careke din di navbera Hikûmeta Şamê û Komîteya Navendî ya herêma Horanê de bi navbênkariya Rûsyayê dest pê kir û hîna jî biencam nebûya.

Ji ber metirsiya destpêkirina operasyoneke leşkerî li Derayê pêla koçberbûna sivîlan ji Deraa El-Beled ber bi Deraa El-Meheta ve zêde dibe.

Li Şamê di encama teqîna otobuseke leşkerî de kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Aliyekî din, li Paytexta Sûrî Şamê, Îro vê sibê di encama teqîna otobuseke xewê ya leşkerî li Mesakin El-Heres ya li Projeya Domer, kesek hate kuştin û 3 kes jî birîndar.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan heta niha nayê zanîn sedema teqînê ji ber bombeyekê ye yan jî ji ber teqîna deboya sûtemeniyê ye.

Li Rojavayê Hemayê jî, di encamê êrîşên komên çete ya li ser deverên hêzên Hikûmeta Şam û alîgirên wê gelek kes birîndar bûn.

Back to top button