Li Hesekê şehîd Hemze Tolhidan hate bi bîranîn

Îro jî li herêmê merasîmên sersaxî û bîranîna şehîdan hebû.
Li Hesekê ji bo şehîd hemze tolhildan merasîmeke bîranînê hate lidarxistin, her wiha dîsa li hesekê, dirbêsiyê û mibicê xelkê berê xwe dan bin konên sersaxiyan û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Li bin kon peyama domandina rêya şehîdan hatin dayîn.

Hemze Tolhildan 19 kanûna 2020’an li Dêrezorê şehîd bûbû.

Bi bûneya 3. salvegera şehadeta Hemza Tolhildan şêniyên Hesekê endam û Rêvebirên saziyan li goristana Ş. Dijwar kom bûn.

Di merasîmê de Hevserokê malbata Şehidan Rêzan Gulo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û behsa têkoşîna şehîd Hemze Tolhildan kir.

Li ser navê malbata şehid dayika şehid Hemze axivî û behsa hevgirtina pêkhateyan ya li dijî hemû pilan û êrişan kir.

Piştî merasîma li goristanê, li Mala şehîd sinfiziyonek li ser fedekariya şehid Hemza hate pêşandan.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata 2 cangoriya re sersaxî xwestin

Saziya malbatên şehidan ji bo şehid Qendîl Şedadê û Xelîl Hemîd jî konê sersaxiyê ved.

Li vir jî , ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê got:

“Ji 12 salan ve em li ser rêça berxwedanê ne.

Em heta pêkanîna azadî û hêviyên şehîdên xwe dev ji vê rêçê bernadin.

Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî ji malbata şehîd Kendal Cûdî re xwestin

Ev der jî navçeya Dirbêsiyê ye.

Xelkê navçeyê sersaxî ji malbata Gerîlayê şehîd Kendal Cûdî re xwest.

Li bin kon sersaxî ji malbata şehid re hate xwestin û soza şopandina riya şehidan hate dayîn.

Xelkê Minbicê sersaxî dan malbata şehîd Ferec El Nasir

Ji bo şehîd Ferec El-Nasir jî li bajarê Minbicê konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê herikîn bi kon û sersaxî ji malbata şehid re xwestin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Ebû Qelqel, Fatme El Ehmed got:

Şehîd, lehengên vî welatî ne ku di oxira parastina wî de canê xwe feda kirin. Minbic, bi wan serbilind e.

Back to top button