HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku di mehên cuda ên îsal de li Metîna şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji bo şehîdan got: Hevrê Dijwar, Kendal û Ernesto ti armanc ji azadiya gelê me bi nirxtir nedîtin û heta dawiyê têkoşiyan.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û soza mezinkirina têkoşînê da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayan şehîd bûyîn eşkere kir.
HPG ragihand ku hevreyê wan Dijwar, Kendal û Ernesto di encama êrişên dijmin ên li Metînayê de şehîd bûn.
HPG: Hevrêyan ti armanc ji azadiya gelê me bi nirxtir nedîtin
Li ser jiyan û têkoşeriya cangoriyan HPG’ê got: Hevrêyên me ji bo gelê me bibe xwediyê siberojeke bi rûmet xwe ji ti fedakarî û berdêl dayînê nedan paş.
Bi vê seknên xwe yên bi biryar, weke mîlîtanên Apoyî derbasî dîroka têkoşîna me bûn ku wê ji hemû ciwanên Kurd re bibin mînak.
Hevrêyên me Dijwar, Ernesto û Kendal ti armanc ji azadiya gelê me bi nirxtir nedîtin û li gelek herêmên ku şer lê herî dijwar bûn cih girtin.
HPG’ê diyar kir hevrêyan heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan û wiha dewam kir:
Hevrêyên me pêdiviyên mîlîtaniya Apoyî di pratîkê de jî pêk anîn û şoreşgerî têra xwe jiyan kirin.
Ew ê weke mîlîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya li ser xeta fedayîtiyê, dê her tim rêya me ronî bikin û bibin meşale.
Dawiyê HPG’ê ji malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û soza mezinkirina têkoşînê da.
Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên şehîd, wiha ne:
Nasnav: Dijwar Şervan
Nav û Paşnav: Mehmet Çetîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Sana
Navê Bav: Abdûlselam
Cih û Dîroka Şehadetê: 2’ê Cotmeha 2023’an / Metîna
Nasnav: Kendal Cûdî
Nav û Paşnav: Rizgar Derwêş
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê Dayik: Ferha
Navê Bav: Bişar
Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Mijdara 2023’an / Metîna
Nasnav: Ernesto Che Gûevara
Nav û Paşnav: Jiyan Bîlge
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Qumrî
Navê Bav: Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Kanûna 2023’an / Metîna