Li Tûnisê 2 DAIŞ’iyên tirsnak di operasyonekê de hatin girtin

Li Tûnisê, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Ewlehiya Tunisî Pêncşemê bi hevkariya Yekîneyên Antî-Terorê, li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Di encama operasyonê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê ku tiliyên wan di hemû kirinên terorî yên ji sala 2015 û hata niha de hebûn, hatin girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, navên herdu çeteyên hatine girtin; Hemza El-Newalî û Mihemed El-Ebdûlî ne.

Jixwe di şeva Serê Salê de jî, hêzên ewlehiyê, DAIŞ’îyekî ku amedekariya teqînekê dikir, girtibû.

Back to top button