“Dixwazin modela jinan a DAIŞ’ê çêkin û belav bikin”

Li dijî armanckirina her du berpirsên jin ên bajarokê Til El Şayir, bertekên tund derdikevin û pê re jî peyamên xurtkirina têkoşînê jî tên dayîn. Jinên Meclisa Qamişlo piştrast kirin ku armanca wan ji vî sûcî, avakirina modelaj jinan a DAIŞ’ê ye û tekez kirin “Ew ê serî netewînin û her têkoşîna xwe heta ji tevahiya jinên cîhanê re bibin model, bidomînin.” 

Li dijî fikira DAIŞ’ê ya tundraw û sûcê hovane yê li dijî Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir Sedaa Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, jinan peyama xurtkirina têkoşînê da.

Endama Meclisa Qamişlo Şemsîxan Gulo destnîşan kir “Jinên ku li gorî hişmendiya dewletê tev nagerin, rastî tundî û komkujiyan tên û kuştina her du jinan jî mînakeke berbiçav e.”

Endama meclisa Qamişloyê Rîma El-Hisên jî eşkere kir “Armanc ew e ku jinên pêşeng ên di xebatên Rêveberiya Xweser de bitirsînin da beşdarî xebatan nebin.”

Ev ne cara yekem ku jinê armanc dikin. Beriya niha gelek caran ev yek kirine.

Dixwazin jinan bitirsînin ji bo ku vî fikrî û vîna xurt negihinin tevahî cîhanê.

Li dijî van sûcan em ê karê xwe bidomînin û vîna me wê di civakê de xurt bimîne.

Berdevka Kongreya Star a Qamişlo Gulistan Elî jî eşkere kir “Dijmin piştgiriyê didin DAIŞ’ê û dixwazin dîsa xurt bikin û armanckirina jinên di nava xebatê de, armanckirina Rêveberiya Xweser e.”

Tevî hemû sûc û kirinên wan li herêmê, DAIŞ, armanckirina jinên pêşeng ku di xebatên rêxistinî yên herêmê de roleke sereke dilîzin, didomîne û bi awayekî eşkere van sûcan li xwe digire.

Back to top button