“Li girtîgehan Tirkiyê hîna metirsiyeke mezin heye”

Vîrûsa coronayê, Tirkiyê daye ber xwe û metirsiya li ser girtiyan jî, zêdetir dibe. Herî dawî ÎHD’ê ragihand ku tedbîrên li girtîgehan hatine girtin, têrê nakin. 

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen anî ziman ku hîn jî li girtîgehan metirsiyeke mezin a belavbûna vîrûsê heye.

Nûray Çevîrmen dibêje:

“Bi hezaran girtiyên ku ji derveyî qanûna înfazê ne û di nava lepên vîrûsê de hatine hiştin, li ber xwe didin.”

Wezareta Edalet û dozgeriyan jî ragihandin ku li gelek girtîgehan mirov bi vîrûsê ketine, tevî wê jî tedbîrên têrker û pêwîst nehatine girtin.

Ji bo siyasetmedara kurd Gulser, name ji Erdogan re şand

Li aliyekî din, ji bo berdana siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim, Yekîtiya Mafên Mirovan a Neteweyî, ji Erdogan re nameyek şand.

Back to top button