Li Efxanistanê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 jî birîndar bûn

Li bajarê Gerdêzî yê Efxanistanê, teqînek mezin çêbû, di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 jî birîndar bûn. 

Vê sibehê, li bajarê Gerdêz ê wîlayeta Pektîka ya rojhilatê Efxanistanê, erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Berdevkê Wezareta Hindir ya Efxanistanê, diyar kir ku teqîn bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hatiye, lê hîn hûrguliyên wê eşkere nebûne.

Heya niha ti kes an ti aliyî berpirsyariya vê teqînê negirtiye ser xwe.

Back to top button