Li Rojavayê Kurdistanê şehîdên komkujiya Helebçe hatin bibîranîn

Li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo şehîdên komkujiya Helebçeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Li Şehba, Hesekê, Qamişlo û Amûdê komkujî hate şermezarkirin.

Di salvegera 34’an a Komkujiya Helebçayê de gelê herêmê ji bo bibîranîna şehîdên Komkujiyê çalakî lidarxistin.

Şêniyên Şehbayê û Koçberên Efrînê li kampa Berxwedan deqeyek rêz li ser giyanê şehîdên Komkujiyê rawestiyan.

Di bîranînê de yek ji şêniyan axivî û wiha anî ziman: Meclisa kampa Serêkaniyê a li Hesekê jî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komkujiya Helebçayê hate şermezarkirin.

Hate diyarkirin ku heta niha ev komkujî wekî birîneke kûr di wijdanê dîroka gelê Kurd de ye.

Her wiha bang li civaka navnetewî hate kirin ku roja 16’ê Adarê bibe roja têkoşîna li dijî “çekên kîmyewî”.

Meclisa navçeyên Ziragan û Dirbêsiyê jî bi heman armancê daxuyanî da û sûcê hovane yê ku hate kirin şermezarkirin.

Her wiha li navçeya Holê jî derbarê komkujiyê de semînerek ji aliya PYD’ê ve hate dayîn.

Di semînerê de hate diyarkirin ku hemû komkujiyê pêk hatine sedema wê ew e ku dewletên desthilatdar îradeya civakan red dikin da demokrasî pêk neyê.

Li Til Temirê jî bi dehan sivîl û malbatên şehîdan kom bûn û ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.

Bi haman armancê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Qamişlo jî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşîna li dijî zilm û tundiyê hat dayîn.

Li navçeya Amûdê jî deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî hate dayîn.

Back to top button