KCK: Gelê Kurd wê hesabê komkujiya Helebçeyê jî, yên komkujiyên din jî bipirse

“Gelê Kurd wê hesabê Helebçeyê jî, yên komkujiyên din jî bipirse” Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi van gotinan Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û got: “Helwesta herî rast a xwedîderketina li Helebçeyê rabûna li ber dewleta Tirk e ku îro jî çekên kîmyewî bi kar tîne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê komkujiya rejîma Iraq-Baasê ku beriya 34 salan weke îro li Helebçeyê bi gazên kîmyewî pêk anî, şermezar kir û kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

KCK’ê diyar kir, Komkujiya Helebçeyê ku yek ji komkujiyên herî giran û bêrehm ê li dijî mirovahiyê ye, parçeyek ji êrişên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd e û wiha got: “Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, hêzên mêtinger li dijî hebûna gelê Kurd dest bi êrişê kirin.

Hêzên mêtinger ji bo tunekirina hebûna Kurdan, li dijî Kurdan komkujî kirin.

Komkujiya Helebçeyê bi vê armancê hate kirin.

Rejîma Iraq-Baasê li Helebçeyê gazên kîmyewî bi kar anî û bi hezaran Kurd qetil kir.

Ev komkujiya ku li dijî gelê Kurd bi hestên zalimane û nemerdane hate kirin, wê ji aliyê Kurdan ve neyê jibîrkirin.”

KCK: Berpirsyarên rasteqîn ên komkujiya Helebçê, hêzên modernîteya kapîtalîst e

KCK’ê anî ziman Komkujiya Helebçeyê li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin û got:

“ji ber Saddam zanî bû ku cîhan wê bêdeng bimîne, komkujiyeke bi vî rengî kir.”

Di dewamê de KCK’ê îşaret bi rol û hevkariya hêzên modernîteya kapîtalîst yê di vê komkujiyê de kir û ev tişt got:

“Hêzên modernîteya kapîtalîst çekên kîmyewî dan Saddam û ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn.

Rêveberiya Saddam jî li dijî Kurdan li Helebçeyê bi van çekan komkujiyeke mezin kir.

Yên ku Kurdistan parçe kirin jî hêzên modernîteya kapîtalîst bûn

Lewma ne tenê Komkujiya Helebçeyê berpirsyar û hevkarên hemû sûc û komkujiyên li dijî Kurdan hatin kirin ew hêz in.”

Herwiha KCK’ê bal kişande ser piştgirî û hevkariya hêzên moderniteya kapîtalîst ya bi dewleta tirk re jî û wiha dewam kir:

“Hêzên modernîteya kapîtalîst bi her awayî piştgiriya çekan didin dewleta Tirk a mêtinger û baş zanin ku dewleta Tirk wê van çekan li dijî Kurdan bi kar bîne.

Di nava çekên radestî dewleta Tirk têne kirin de çekên kîmyewî jî hene.

Dewleta Tirk li dijî gerîla û gelê Kurd van çekên kîmyewî bi kar tîne.

Lê belê mîna ku di komkujiya Helebçeyê de hate dîtin îro jî hêzên modernîteya kapîtalîst li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng dimînin.”

KCK: Helwesta herî rast a xwedîderketina Helebçeyê rabûna li ber dewleta Tirk e

Herî dawî KCK’ê anî ziman Gelê Kurd wê hesabê Helebçeyê jî yê komkujiyên din jî teqez bipirse û got:

“Helwesta herî rast a xwedîderketina li Helebçeyê rabûna li ber dewleta Tirk e ku çekên kîmyewî bi kar tîne.

Tevgera Azadiyê ya Kurd bi serxistina têkoşîna azadiyê wê hesabê herî mezin ji komkujeran bipirse.”

Back to top button