Çeteyan li Efrînê 6 şênî ji gundê Avrazê revandin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 şênî ji gundê Avrazê û 2 kes jî ji gundê Me’imala revandin. Herwiha çeteyan di girtîgehekê de jinek 6 mehan êşkence kiriye. Li aliyê din jî dizî û talan dewam dike.

Li Efrîna dagirkirî ji bilî dizî û talanê, revandina şêniyên resen û êşkencekirina wan didome.

Malpera Afrîn Post, revandina 6 sivîlan ji gundê Avrazê yê Mabatayê belge kir û ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên li gund de girt û bi tawanên nerast 6 kes revandin.

Her 6 kes jî ev in:

Isam Mihyedîn Şêx Kîlo

Nûrî Mihyedîn Şêx Kîlo

Farûq Mihyedîn Şêx Kîlo

Mihyedîn Çîçîk Şêx Kîlo

Miqded Çîçîk Şêx Kîlo

Şekîb Nûrî Şêx Kîlo ne

Çeteyan ji gundê Me’imala jî şêniyê bi navê Mihemed Bekir Sadêq û Welat Sadêq Osman ber bi cihekî nediyar ve revand.

Çeteyan di girtîgehê de jinek 6 mehan êşkence kir

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihand ku piştî revandina jina bi navê Ezîme Menan Reşo ya ji gundê Şêxotika yê Mabetayê bi 6 mehan, çeteyan ew berd.

Rêxistinê da zanîn ku Ezîme di girtîgeha çeteyan de rastî tevahî cureyên êşkenceyan hatibû.

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk 150 hezar L.S li şêniyê Kurd ê bi navê Omer Osman ê ji gundê Eyn Hecer ê Mabatayê, li beramberî ku di mala xwe de bimîne, sepandin.

Çeteyan gora “Ziyareta Henên” kolan

Malpera Çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk gora ‘Ziyareta Henên’ kolane da ku zêr û xezîneyan bidizin.

Back to top button